Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn

Şêniyên Qamişloyê 138 şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn.

Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîranîn
19 cotmeh, 2023   18:53
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîmê bîranîna 138 cangoriyên meha Cotmehê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.  Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan jî di nav de,  gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê TEV-DEM′ê Dijwar Axa axivî û li ser meha Cotmehê got: "Ev me ji bo me meheke xemgîn e, di heman demê de meheke pîroz e. Di vê mehê de komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Serêkaniyê û Girê Spî di vê mehê de hatin dagirkirin û yasîma Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd bûn. Her wiha karwanek şehîd bûn ku va me wan bi bîr tînin.′′

Dijwar Axa bal kişand ku jiyana azad berhema keda şehîdan e û got: "Ev leheng di oxira ku em bi hev re azad bijîn û di oxira ku her yek ji me bi awayekî demokratîk bi zimanê xwe biaxive, şehîd bûn. Berdêla şoreşê gelekî buha ye, berdêla wê xwîna keça û xortan e ku bi saya wan me şoreşa xwe ya exlaqî û mirovî gihand vê astê. Hemû şehîd di dilê me de ne. Bi sedan kes çeka şehîdan radikin û didin ser şopa wan."

Dijwar Axa gotina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr anî û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Tevgera me ji bo rakirina tola şehîd Hakî Karer ava bûye. Em ê têkoşîna şehîdan bidomînin."

Piştî axaftinan nasnameyên 138 şehîdan hatin xwendin. Merasîm bi tîlîliyên dayikan û nîşaneyên serkeftinê bi dawî bû.

(bb)

ANHA