Salvegera MUB li Qamişloyê hate pîrozkirin

Salvegera 24`emîn a Meclisa Beth Nehrên a Neteweyî li Qamişloyê bi merasîmekê hat pîrozkirin.

18 hezîran 2024   20:11
QAMIŞLO

Meclisa Beth Nehrên a Neteweyî (MUB) bi boneya 24`emîn salvegera damezrandinê xwe li hola Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenî li bajarê Qamişlo merasîmek li dar xist.

Xiristiyan, endamên tevger û komeleyên leşkerî, ciwan, civakî û jin ên Meclisa Beth Nehrên a Neteweyî tev li merasîmê bûn.

Endama Partiya Yekitiya Suryan Êlîzabêt Gewriyê axivî û got: "Bi rihê şoreşgerî di warê siyasî de em têkoşîna xwe didomînin. Damezrandina MUB ji bo me serhildaneke dîrokî ye li hemberî êrişên qirkirinê yên li dijî civaka me yên li Rojhilata Navîn. Me bi wê nasnameya xwe parast, saziyên ku ji bo avakirina pêşerojeke azad ji bo gel dixebitin, îro di nava berxwedan û têkoşînê de ne."

Piştre Koma Yersûsa çend sirûd gotin û merasîm bi sinefizyonekê têkildarî kar û xebatên Meclisa Beth Nehrên a Neteweyî bi dawî bû.

(sb-şx)

ANHA