Desthilata Îranê cezaya zîndanê li Nergis Muhammedî birî

Desthilata Îranê bi bihaneya "propagandaya li dijî dewletê" cezayê salekê li çalalvana mafên jinan a ku Xelata Aştiyê ya Nopel wergirtibû Nergis Muhammedî birî.

Desthilata Îranê cezaya zîndanê li Nergis Muhammedî birî
18 hezîran, 2024   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê çalakvana jin Mustafa Nîlî di daxuyaniya li ser X’ê parve kiriye de got, “29’emîn Daîreya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi sûcdariya ku Negîs Muhammedî "propagandaya li dijî dewletê kiriye” saleke cezayê girtîgehê lê birî.”

Çalakvana 52 salî ku ji Mijdara 2021’an û vir ve di girtîgehê de ye, di nava 25 salan de ji ber li dijî ferzkirina nixumandina bi zorê û cezayê darvekirinê derketiye gelek caran hatiye girtin û mehkûmkirin.

(mh-şx)