Fermandarê Lîwa Siwar Idlib: Me hewldaneke çeteyan têk bir

Duh şervanên Lîwa Siwar Idlib hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbicê têk bir. Der barê de fermandarê Lîwa Siwar Idlib Skender Elaa destnîşan kir ku ew amade ne parastina ewlehî û aramiya herêmê û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin.

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib: Me hewldaneke çeteyan têk bir
18 hezîran, 2024   17:51
MINBIC

Duh şervanên Lîwa Siwar Idlib a girêdayî Hêzên Cebhet El Ekrad ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bikevin gundê Biwêhêc ê rojavayê kantona Minbicê têk bir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh ragihand ku hewldana derbasbûnê ji gundê Kirêdiyê dest pê kir lê şervanan ew têk bir. Di encamê de ji çeteyên ku reviyane birîndar çêbûn.

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib Skender Elaa ji ajansa me re diyar kir ku armanca çeteyan di rojên Cejna Qurbanê de aramiya li herêmê têk bibin û got: "Hêzên me 4 saetan ew çete xistin çemperê. Wan saet nêzî di 4:30'an êvarê de xwest bikevin gund û heta saet di 8:30'ê êvarê de me ew xistin çemperê. Piştî dunya tarî bû jî ew reviyan."

Elaa diyar kir ku nêzî 20 çete di xeta pêşîn de û 15 çete di xeta paşîn de bûn û wiha domand: "Çekên giran û top hatin bikaranîn. Her wiha ji baregehên artêşa Tirk a dagirker ji bo piştgiriya çeteyan top hatin avêtin. Lê şervanan bi moralên bilind ew êriş têk bir."

Elaa wiha lê zêde kir: "Çeteyan rojên Cejna Qurbanê ji xwe re bi kar anîn û pîroziya cejnê binpê kirin da ku aramiya gundên ewle têk bibin. Ji 7 mehan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin derbasî gundên Biwêhêc û Boxazê bibin. Lê li hemberî wan jî berxwedan tê meşandin."

Elaa di dawiyê de destnîşan kir ku hêzên wan dê têkbirina êrişên li dijî xak û gelê herêmê yên bi armanca binpêkirina aramiyê, bidomînin.

(mh-şx)

ANHA