Şahidê malbata wî windaye sûcên çeteyan vegotin

Şahidekî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de sivîl, binesaz û nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikirin armanc.

16 ÇILE, 2026   07:40
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike 6’ê çileyê (2026) êrişên giran li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dan destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her sê taxan li hemberî êrişan berxwedanî kir. Di 11’ê çileyê de ji bo rakirina birîndaran ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ber bi herêma Rêveberiya Xweser ve agirbeseke qismî hat ragihandin.

Şahidekî 60 salî di êrişan de hevsera wî, kurê wî, hevjîna kurê wî û neviyê wî winda bûne. Şahidê ku ji bo ewlehiya malbata xwe ya winda navê xwe aşkera nekir ji ajansa me re axivî sûcên çeteyan li wan taxan kirine, vegot.

Şahid  diyar kir ku ew destpêkê li Efrînê bû, ji Efrînê ber bi Şehbayê ve hat koçberkirin û ji Şehbayê koçî taxa Şêxmeqsûdê kir, herî dawî ji Şêxmeqsûdê koçî bajar Qamişloyê kir.

Şahid destnîşan kir ku 6 mehan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî şidandî hatin dorpêçkirin û der barê êrişan de ev agahî parve kirin: "Di roja ewil a êrişan (6 çile 2026) de bi hejmarek mezin a çeteyan, bi tank, obîs û dronan êrişên giran anîn ser van taxan, hemwextî êrişan jî tax ji hemû aliyan ve hatin dorpêçkirin û hedefkirin."

Şahid anî ziman  ku çeteyan rasterast sivîl bi jin, zarok û kesên bi teman kirin hedef, di encamê de bi dehan qurbanî çêbûn. Her wiha da zanîn ku ji ber topbaran û bombebarana dijwar zehmetî di dermankirina birîndaran de hebûn û got, çeteyan rê nedidan ku amblusan xwe bighînin birîndaran.

BIJÎŞEK ÎNFAZ KIR

Şahid bal kişand ser hedefkirina xebatkarên tenduristiyê jî û ev tişt got: "Çeteyan bi armanca ku birîndar neyê dermankirin bijîşkek înfaz kir. Bijîşekekî din neçar ma cilên xwe yên bijîşkî bi cilekî normal biguhere da sivîlan derman bike."

Şahid anî ziman ku ew tevî hinek sivîlan xwe li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir girtin ku ya yekane li Şêxmeqsûdê ye û da zanîn nexweşxaneya tijî birîndar jî bi dronan hat bombebarankirin.

Şahîd îşaret pêk kir ku tevî metirsî û sûcên mezin ên li dijî sivîlan û binesaziyê hatin kirin jî, lê rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî tu gav neavêtin.

Şahid got, dîmenên sûc û wêraniyê pirsgirêkên dirûnî jê re çêkirine. Her wiha destnîşan kir ku lêgerîna malbata xwe ya winda didomîne û fikarên xwe der barê aqûbeta wan de anî ziman.

(b)

ANHA