Jinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman

Jinên ji kantona Reqayê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku QSD’ê ewlehî mîsoger kiriye û rê li pêşiya jinan vekiriye da ku bibin tevkarên rasteqîn di civakê de.

Jinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman
16 ÇILE, 2026   05:50
REQA
DÎMA MIHEMED

Jinên ji kantona Reqayê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û destnîşan kir ku QSD’ê ne tenê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, di heman demê de pêvajoyeke nû ava kir  ku tê de jinan mafên xwe bi dest xistin.

Jinan ku nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin diyar kir ku ew bi QSD’ê serbilind in û got, QSD’ê  ku ji zarokên vî gelî pêk tê li hemberî gefên li ser ewlehiya herêmê mertal in.

Cîhan El Cuma da zanîn ku bi saya QSD’ê jin bi ewle û rûmet dijîn û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Em şêniyên kantona Reqayê bi hêzên xwe serbilind in  û piştgiriya wan dikin. QSD’ê jiyan û aramî vegerandin. Di heman demê de hiştin ku jin piştî ewqase sal ji çewisandin û bêparhiştinê bibin xwedî rolên girîng di civakê de"

Fatima Xelîl jî bal kişand ser pêşketina rewşa jinan ji piştî rizgarkirina bajar ji çeteyên DAIŞ’ê û got: "Em dibînin ku jin di refên pêşîn de di saziyên sivîl û leşkerî de pêşengtiyê dikin û bûne beşeke sereke di Rêveberiya Xweser de. "

Fatima Xelîl piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman ku diyar kir ku van hêzan atmosfêreke aram peyda kiriye.

Ferîde Ebdurehman jî da zanîn ku ewlehiya ku niha jin tê de berhema keda QSD’ê ye û ev tişt anî ser ziman: "Em ê bi QSD’ê re ne ku parastina me kir û hîna jî me diparêze."

(b)