Birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Heta dawiyê berxwedan

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de birîndar bûne diyar kirin ku çeteyan bi awayekî hovane êrişî taxan kirin û zarok jî kirin hedef. Endaman got, wan bi hemû hêza xwe parastina sivîlan kirin û biryara ’heta dawiyê berxwedan’ dabûn.

Birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Heta dawiyê berxwedan
16 ÇILE, 2026   03:40
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM- BOTAN HISÊN

 Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, di 6’ê Çile (2026) êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin. Çeteyan tevî ambargoya ku danîbûn ser van taxan bi hemû cûreyên çekên giran û dronên xwekujî nexweşxane kirin hedef û sivîl wekî mertalên zindî bi kar dianîn û komkujî  jî kirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li hemberî êrişan berxwedaneke bêhempa meşand.

Endamên Hêzên Ewlekariyê yên di berxwedana Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê de birîndar bûne têkildarî êrişan û berxwedana ku li hemberî êrişan meşandine ji ajansa me re axivîn.

’ME BIRYARA PARASTINA SIVÎLAN DA’

Zagros Serêkaniyê zanîn ku çeteyan bi awayekî hovane ku nayê wesifandin êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, dronên xwekujî bi kar anîn û nexweşxaneyên tijî sivîl jî kirin armanc.

Zagros Serêkaniyê got: "Me ne nedihişt xelkê me wekî mertalên zindî werin bikarnaîn. Sivîlan tu sûc nekirine ku li dijî wan komkujî werin kirin."

’TEVÎ DERFETÊN KÊM BERXWEDAN BI HÊZ BÛ’

Zagros Serêkaniyê bi bîr xist ku çekên wan kêm û sivik bûn, lê rihê berxwedanê bi hêz bû û ev li gotinên xwe zêde kir "Gelekan ji me heya guleya dawî şer kirin. Hinekan jî ji bo nekevin destê çeteyan çalakî kirin."

Zagros Serêkaniyê ku di êrişa li ser nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir de birîndar bûye destnîşan kir ku parastina jiyana sivîlan armanca wan a pêşîn bû û got, armanc ji van êrişan ew e ku fitneyê di navbera Kurd û Ereban de çêbikin.

’BERXWEDANEKE MEZIN LI HEMBERÎ ÇEKÊN GIRAN’

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Harûn Nemir jî ku di berxwedanê de birîndar bûye, şerê li hemberî çeteyên hikumeta demkî  bi şerê herî giran bi nav kir û got: ’’Em bi çekên sivik li hemberî çekên giran û dronan sekinîn, lê rihê berxwedan û biryardayînê ji çekên çeteyan bi hêztir e.’’

DÎMENÊ KU BIRYAR BELGE KIR: EM PAŞVE VENAKIŞIN

Harûn Nemir ê dîmenê wî bi şehîd Ziyad Heleb re bi awayekî berfireh belav bûne der barê wî dîmenî de ev tişt parve kir: "Dîmen peyameke zelal bû. Di wî dîmenî de me bi hev re biryar da ku ji Şêxmeqsûdê venekişin û heya dawiyê parastinê bikin."

Harûn Nemir destnîşan kir ku di saetên dawîn ên şer de çeteyên hikumeta demkî sivîl qetil dikirin û cenazeyên wan diavêtin kolanan da zextê li endamên Hêzên Ewlekariyê bikin û îradeya wan bişkînin. Harûn Nemir got: "Me hişt ku ev tişt hêz û îsrara me ya domandina berxwedanê û rizgarkirina sivîlan ji sûcan zêdetir bibe, nemaze piştî avêtina cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ji avahiyê."

’MIRIN JI TESLÎMBÛYÎNÊ BI RÛMETTIR E’

Harûn Nemir îşaret bi vê yekê kir ku şehîd Ziyad Heleb timî digot ku mirin ji teslîmbûna ji çeteyan re bi rûmetir e û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Di wî dîmenê de me soz da gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe em Şêxmeqsûd terik nakin û çekên xwe radestî çeteyan nakin."

BIRÎNDARIYA ARÎN Û ZIYAD HELEB Û ÇALAKIYÊN FEDAÎ

Harûn bi bîr xist ku hevrêya wî Arîn a ku di dîmenê de bû, bi guleya sûîqastê birîndar bû, dema bi hevrêya xwe Arînê ve diçe ew jî birîndar dibe, dema her du birîndar dibin şehîd Ziyad Heleb hewl dide wan rizgar bike, lê di dawiyê de jî şehîd Ziyad ji bo nekeve destê çeteyan çalakiya fedaî dike.

SOZ BERDEWAM E..

Harûn Nemir destnîşan kir ku gelek hevrêyên wî piştî guleyên wan neman çalakiyên fedaî kirin. Harûn soza domandina rêya şehîdan da û  got, dê çeka şehîdan li erdê nehêlin. Ji hevrêyên wî yên ku di dîmen de derketin û heya dawiyê parastin kirin Têkoşîn û Ararat in.

’ÇEKA ŞEHÎDAN WÊ LI ERDÊ NEMÎNE’

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Goran Kobanê jî bi bîr xist ku çeteyan ji kêliyên destpêkê ve sivîl dikirin armanc û got: "Nedigotin ev zarok e, an mezin e an ji şervan, her tişt didan ber xwe, mal, xebatkarên tenduristiyê û ambulans jî dikirin armanc."

Goran Kobanê diyar kir ku wî zarokên di êrişan de birîndar bûbûn rakirin û destnîşan kir ku çeteyan bi ambargoyê xwestin tirsê belav bikin, lê berxwedêran bi berxwedana xwe ambargo şikand.

Goran Kobanê di berxwedanê birîndar bûye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê çeka şehîdan li erdê nehêlin.

(b)

ANHA