Rûsya bakur û başûrê Ukranyayê topbaran kir: Kuştî û birîndar hene

Rayedarên Ukranyayê got, di encama êrişa Rûsyayê ya li bakur û başûrê Ukraynayê de 4 kes hatine kuştin û 5 birîndar bûne.

Rûsya bakur û başûrê Ukranyayê topbaran kir: Kuştî û birîndar hene
28 mijdar 2023   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Dnipropetrovsk got, li bajarokê Nikopol ê başûrê Ukraynayê avahiyeke 5 qat ji aliyê Rûsyayê ve hat topbarankirin û li gor agahiyên pêşîn kesek hat kuştin û 2 jin birîndar bûn.

Her wiha, desthilata Ukraynayê destnîşan kir ku di encama êrişa Rûsyayê ya li dijî herêma Sumy ya bakurê Ukraynayê yê li ser sînorê Rûsyayê de, 3 kes hatin kuştin û 3 din birîndar bûn.

Ukrraynayê ragihand ku Rûsya êrişên xwe li dijî bajarokê Avdiivka yê rojhilatê welat da ku li tevahî eniyan pêşde biçe.

(mh)