QSD′ê bi rûspiyên eşîra Igêdat û nûnerên koaslîyonê re civiya

Fermandariya QSD′ê bi nûnerên Koalîsyona Navneteweyî û rûspiyên eşîra Igêdat re civiya.

QSD′ê bi rûspiyên eşîra Igêdat û nûnerên koaslîyonê re civiya
28 mijdar, 2023   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatiye weşandin. Di civînê de rewşa Dêrazorê hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de hatin nîqaşkirin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku eşîrên herêmê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û di nava QSD′ê de cih digirin. Hate gotin, beşdaran dane zanîn ku kesên li derveyî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îdia dikin ku nûnertiya qebîleyan dikin, dixwazin fitneyan navbera pêkhateyên ji sedên salan ve bi hev re dijîn, derxin.

Li gorî nûçeya QSD′ê, şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku QSD′ê nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dikin. Her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî xwestin desteka ji bo QSD′ê zêde bike ku li hemberî komên ser bi hikumeta Şamê û mîlîsên Îranê ve yên hewl didin tevliheviyê derxin, disekine.

(bb)