ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2023
29 mijdar, 2023   02:00

Welatiyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 27′ê Mijdarê wekî rojeke pîroz bi nav kir û gotin: "Bi saya PKK′ê em ber bi azadiyê ve dimeşin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Piranî mirov bandorên xweşik piştî çûyîna xwe dihêlin û di bîrewarî, dil û rih de dimînin. Di bîreweriya hemû azadkeran de dibin deqên nemir û mirov nikare ji bîr bike. Ji ber ku bi gotin û dozên nêzî rihên me hestên me melisandin. (BI WÊNE).

 Rojîn di temenê xwe yê biçûk de ji hêla çeteyên DAIŞ′ê ve hate revandin, li sûkan hat firotin. Çeteyan wî neçar kir ku bibe misliman û wî wekî xizmetkar bi kar anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve biryara rawestandina dewama dibistanan hat dayîn. Her wiha bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku perwerdehiya li Şehbayê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê xebatên temîrkirina yarîgeheke li Kobanê ji nû ve dan destpêkirin. Xebat ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibûn sekinandibûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveberê Navenda "Ragihandina Serhildana li Siwêdayê" Murhef El Şair diyar kir ku xwepêşandêran karîn îradeya hegemoniya desthilatê bişkînin û siyasetên wê teşhîr bikin û got: "Baweriya azadiyê zindî ye, serhildan wê berdewam bike." (BI WÊNE).

Şêniyên Kobanê sersaxiyê didin malbatên şehîdên YAT′ê yên girêdayî QSD′ê Mehmûd Kobanê (Mehmûd El Oso) û Mîlîtan Kobanê (Hecî Xelîl) ku di 23′yê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbûn, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Rûspiyan û Meclisa Rêveber a Tebqayê bi dirûşma "Xurtkirina eniya hundirîn  ji bo pêkanîna armancên neteweya demokratîk û parastina destkeftiyan" civînekê li navenda çandê ya li Tebqayê li dar dixin, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo bîranîna şehîd Şîlan Kobanê merasîmê bîranînê li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê li dar dixe, saet di 11.00′an de. Li bajarê Kobanê jî merasîmê bîranînê li hola Firat tê lidarxistin, saet di 12.00′an de. Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo jî Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmê bîranînê li hola çandê li dar dixe, saet di 12.30′an. Li Tirbespiyê jî merasîm saet di 10.00′an de tê lidarxistin. Li Til Hemîsê merasîmê li navenda çandê tê lidarxistin, saet di 11.00′an de. Li Dirbêsiyê jî merasîm saet di 14.00′an de tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şehîd Feryat Buldan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo tê oxirkirin, saet di 14.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA