Rojnameyên erebî: Şerê li Rojhilata Navîn nayê kontrolkirin

Şer û tevliheviyên li Rojhilata Navîn û zextên ji bo pêkanîna agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de, manşetên sereke yên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Şerê li Rojhilata Navîn nayê kontrolkirin
8 hezîran, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê şerên li Rojhilata Navîn de nûçeyek bi sernavê "Şerê li Rojhilata Navîn heya demeke dirêjtir jî nayê kontrokirin" weşand. 

Rojnameyê cih da nirxandinên şîrovekarên siyasî ku dibêjin "Di demekê de ku Îsraîl êrişî Refehê dike, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu careke din îsbat kir ku armanca wî ew e ku bi rêya razîkirina rastgirên tundraw, hebûna xwe ya siyasî mîsoger bike.”

Rojnameyê bal kişand ser nirxandinên rêveberê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Navenda Kar û Barên Siyasî û Derve (CPFA) Kêlî El Xolî ku di kovara American National Interest a Aamerîkayê de hatiye weşandin. Li gorî El Xolî, ji ber karesatên mirovî û tevliheviyan, nebûna planekê ku were pêkanîn, Hemas dê çekdaran bi hêz bike û careke din dest deyne ser beşeke herî mezin a Xezayê.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser vegera Talîbanm ya li Efganistanê û pêşketina DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê û hate gotin: “Cihê xemgîniyê ye ku rêxistinên terorîst vegerin. Têkbirina wan bi rêbazên leşkerî tenê têrê nake. Ji bo ku operasyoneke li dijî tundrawan bi ser bikeve, piştevaniya niştecihan û stratejiyeke xurt a demdirêj pêwîst e, da ku pirsgirêkên bingehîn çareser bike û nehêle valahî di desthilatê de çêbe.”

Di dewama nûçeyê de îşaret bi êrişên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê jî hate kirin û wiha hat domandin: "Diyar e ku Îsraîl bi niyet e êrişeke leşkerî li başûrê Lubnanê pêk bîne. Îsraîl armanc dike ku ji bo ewlehiya sînorê başûr û garantiya vegera sivîlan li warê xwe, hêzên Hizbullahê vegerîne paş çemê Lîtnî.”

Li gorî rojnameyê; “Eger şer biqewime, dê Pasdarên Îranê hêz û wekîlên xwe ji bo parastina Hizbulalhê seferber bikin. Di encamê de dibe ku şerekî herêmî yê berfireh rû bide. Eger êriş diyarker be jî dê ewlehiya tevahî Lubnanê bikeve xetereyê, nemaze ku li Lubnanê valahiyeke siyasî heye û aboriya wê hilweşiyaye.”

‘BIDEN ZEXTÊ LI NETANYAHU DIKE DA KU PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ QEBÛL BIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser şerê Îsraîl û Hemasê. Hate gotin, li gorî kovara Politico ya amerîkî, rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeo Biden ji hemû aliyan ve zextê li serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dike, da ku bi lez şerê li Xezayê bi dawî bike. Her wiha hate gotin zextên DYA’yê di heman demê de ji bo Hemasê jî ne.

(bb)