Çete ji bo berdana şêniyê revandî 20 hezar dolarî dixwazin

Çeteyên "Artêşa Watanî" yên dewleta Tirk a dagirker, ev 2 meh e şêniyê bi navê Reşîd Îsmaîl revandiye û ji bo serbestberdana wî 20 hezar dolar fîdye ji malbata wî dixwazin.

Çete ji bo berdana şêniyê revandî 20 hezar dolarî dixwazin
8 hezîran, 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê da zanîn ku çeteyên "Artêşa Watanî" yên dewleta Tirk a dagirker, ji bo serbestberdana şêniyê bi navê Reşîd Îsmaîl ê ji meha Nîsanê ve revandî ye, 20 hezar dolar fîdye ji malbata wî dixwazin.

Reşîd Îsmaîl di dikaneke temîrkirina motorsîklêtan de kar dikir. Îsmaîl ji aliyê çeteyên "Polîsên Leşkerî" ve hatibû revandin.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" bi malbatê re axivîn û ji bo serbestberdana Îsmaîl 20 hezar dolar fîdye xwest û jê re got îşkence li Îsmaîl hatiye kirin û heke daxwaza wan bi cih neynin, dê wî bikujin.

EFRÎN KET NAVA BAJARÊN HERÎ XETERNAK ÊN CÎHANÊ

Hemwextî wê malpera "Altopifri Think" raporek li ser 10 bajarên herî xeternak ên cîhanê weşand. Di raporê de Efrîn jî hatiye bibîrxistin ku di nava wan bajaran de di rêza 7`an de ye.

(şx)

ANHA