Rojnameyên erebî: Rejîma Îranê ne amade ye encamên nediyarî yên hilbijartinan tehemul bike

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih dan hilbijartinên serokatiyê yên Îranê û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Rojnameyên erebî: Rejîma Îranê ne amade ye encamên nediyarî yên hilbijartinan tehemul bike
14 hezîran 2024   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî hilbijartinên Îranê nûçeyek bi sernavê "Di dawiyê de her tim kesên radîkal digihêjin serokatiya Îranê" weşand.

Rojnameyê pêşbîn kir ku li Îranê bi destpêkirina dengdayînê ji bo hilbijartina serokek din li şûna Raîsî yê ku di qezeya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, radîkalan hegemonya xwe biparêze.

Rojnameyê diyar kir ku Meclisa Parastina Destûrê 9`ê Hezîranê 6 namzet qebûl kir ji bo ku beşdarî hilbijartinan bibin ku tê payîn 28`ê Hezîranê li dar kevin. Li gorî rojnameyê 5 ji wan namzetan, radîkal in û yek jî reformxwaz e.

Rojnameyê cih da nirxandina Hemîd Riza Ezîzî ku di zanîngeha Harvardê hevkar e ku dibêje: "Wek hatiye pêşbînkirin, rejîma Îranê ne amade ye tu encamên ne diyar di hilbijartinan bê de tehemul bike û derfetê bide senaryoyekê ku hegemoya hevgirtî ya radîkaliyê bixe xetereyê."

Rojnameyê di nûçeya xwe de şîroveyên hin çavdêran parve kir ku diyar dikin hilbijaritnên serokatiyê yên bê, dê bibe şerekî yekser di navbera 2 radîkalan de; serokê parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û serokê berê yê danûstandinên nukleerî, muhafizkar û nûnerê Xamîneî di Meclisa Bilind a Ewlehiya Netewî de Seîd Celîlî. Ezîzî der barê de got: "Vê care, hilbijartin bi awayekî mezin hatiye hazirkirin. Tişta orgenîzatorên hilbijartinê dixwazin, pêşpaziyeke birêkûpêk di navbera dilsozan de ye."

`PLANA ROJA DIN` GIRÊKÊN AGIRBESTA XEZAYÊ GIRÊKTIR DIKE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî pêşniyara nû ya Amerîkayê ya bi navê "Plana roja din" li Xezayê di weşana xwe ya îro de nirxand. Rojnameyê diyar kir ku der barê vê pêşniyarê de gelek pirsnîşan derketin pêş û gelo dê ev astengiyên li pêşiya agirbestê li Xezayê zêdetir bike?

Rojnameyê cih da analîza pisporekî têkiliyên derve ku gelek xalên girîng ên têkildarî projeyên ji nû ve avakirinê li cem Washingtonê hene. Lê belê di heman demê de destnîşan kir ku Washington tenê piştî dabînkirina agirbestê dê pêşniyarê pêşkêşî navbeynkaran bike nemaze ku bandoreke neyînî ya planê heye ku dê astengiyên li pêşniyara Biden a agirbestê, zêdetir bike.

Rojnameyê li gorî pêşbînên çavdêran di nûçeya xwe de destnîşan kir ku "Plana roja din a şer" dê aloziyeke din li pêşiya navbeynkaran derxe û dê danûstandinan asteng bike.

(şx)