Li sûkan liv û tevgera cejnê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên Cejna Qurbanê liv û tevgereke zêde xistiye nava sûkên bajaran. 

Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
Li sûkan liv û tevgera cejnê
14 hezîran 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Qurbanê ku di cihana Îslamê de cejneke girîng e, wê îsal 16`ê Hezîranê bê pîrozkirin. 

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, amadekariyên cejnê tên kirin. Sûkên bajaran ku bi tiştên ji bo cejnê hatine xemilandin, bi welatiyen tije bûne, liv û tevgereke zêde çêbûye.

Şênî li aliyekê şekirên cejnê distînin, li aliyekê şêraniyan çêdikin û li aliyekê jî cil û bergan dikirin, an jî didin çêkirin.

Yek ji bazarên ku liv û tevger lê zêde ye jî Dêrazor e. Welatiyê bi navê Hilal El Salih got: "Em amadekariyên cejnê dikin. Me cil û berg ji zarokan re kirîn. Şêranî, diyarî û şekir jî kirî."

El Salih hêvî kir ku ev cejin ji bo xelkê herêmê û cîhanê xêrê bîne, li Sûriyeyê jî aştî û ewlehiyê ava bike.

Firoşkarê cil û bergan Ebdo Eno jî, destnîşan kir ku rêjeya kirînê baş e, lê belê şênî ji ber bihabûnê bi gazinc in.

Li bajarên din ên wekî Hesekê, Qamişlo, Reqa, Tebqa jî livbaziya li bazaran zêde bûye.

(şx/a)

QAMIŞLO

TEBQA

DÊREZOR

REQA