Rojnameyên erebî: Operasyoneke muhtemel a hikumeta Şamê li Idlibê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da operasyonek muhtemel a hikumeta Şamê li Idlibê, armancên Îsraîê li Xezayê û helwesta Amerîkayê li hember gurbûna şer li Rojhilata Navîn.

Rojnameyên erebî: Operasyoneke muhtemel a hikumeta Şamê li Idlibê
21 cotmeh, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameya El Ereb cih da rewşa Idlibê. Li gorî nûçeya rojnameyê, tê texmînkirin ku piştî êrişên hewayî yên zêde di rojên dawîn de, ji mijûlbûna bi şerê Xezayê sûd were girtin û bi taybet ji bo kontrolkirina rêya navneteweyî (M4) operasyoneke bejahî were destpêkirin. Di dewama nûçeyê de hat gotin, dibe ku operasyona bejahî ji Çiyayê Zawiyê (başûrê Idlibê) dest pê bike, heta Sehil Xab (bakur rojavayê Hemayê), gundewarê rojavayê Idlibê, gundewarê bakurê Lazîqiyê û li ser dirêjahiya rêya Heleb-Lazîqiyê ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, Partiya Turkistanî û Ensar El Tewhîd li wan deveran bi cih dibin, bigire nava xwe.

ARMANCÊN ÎSRAÎLÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku agahiyên xwe spartin daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê, di nûçeyek xwe de destnîşan kir ku Îsraîl ji operasyona bejahî ya muhtemel li dijî Xezayê 3 tiştan armanc dike. Li gorî nûçeyê armancên Îsraîlê wiha hatin rêzkirin: tunekirina Hemasê û hêza wê ya leşkerî û hikumetê, derxistina Xezayê ji nava berpirsiyariyên Îsraîlê û avakirina pergaleke nû ya ewlehiyê.

AMERÎKA JI BANDORÊN TEQÎNA LI ROJHILATA NAVÎN BI FIKAR E

Tora El Hurra jî li gorî analîzên amerîkî di raporeke xwe de wiha nivîsî: “Rêveberiya Amerîkayê bi fikar e ku planên Îsraîlê şerekî berfireh bi xwe re bînin, ku dibe di encamê de depoyên çekan ên Amerîkayê bikişîne, nirxê petrolê biha bike, rûyê Amerîkayê il hember global south (dewletên xizan) reş bike û dibe ku bibe sedema destwerdana leşkerî ya yekser a Amerîkayê jî.”

(c)