Li Misirê lûtkeyeke navneteweyî

Li Qahîreyê ji bo nîqaşkirina şerê Îsraîl-Hemasê û siberoja doza Filistînê bi beşdariya dewletên Ereban, yên rojavayî û NY′yê lûtkeyeke navneteweyî tê lidarxistin.

Li Misirê lûtkeyeke navneteweyî
21 cotmeh, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Misirê îro têkildarî şerê navbera Îsraîl-Hemasê bi beşdariya dewletên Erean û yên rojavayî lûtkeyeke navneteweyî li dar dikeve. Lê hevalbendê sereke yê Îsraîlê (Amerîka) beşdar nabe.

Çaverê ye ku serokê Misirê Ebdulfetan El Sîsî saet 10:00′an axaftina vekirinê bike.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Misirê, Misirê 15′ê Cotmehê welatên herêmî û navneteweyî vexwendibû lûtkeyeke navneteweyî ji bo nîqaşkirina pêşdeçûn û pêşeroja doza Filistînê.

Dê di lûtkeyê de serokên gelek dewlet û hikumetên Ereban, dewletên Ewropayê û wezîrên karên derve beşdar dibin.

Çînê diyar kir ku dê nûnerê wê ya taybet bi dozên Rojhilata Navîn Chae Jun beşdarî lûtkeyê bibe. Rûsyayê jî ragihand ku cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov nûnertiya wê di civînê de bike.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak beşdar nabin, her wiha serokê Fransayê Emmanuel Macron aşkera kir ku ew beşdarî lûtkeyê nabe û dê wezîra karên derve Catherine Colonna beşdar bibe.

(fr/c)