Rojnameyên erebî: Lubnan li benda daxuyaniyên Netanyahu ye

Rojnameyên erebî yên îro îşaret pê kir ku kuştina serçeteyê DAIŞ'ê li Somaliyê diyar dike ku DAIŞ'ê navenda xwe li Afrîkayê bi cih kiriye. Her wiha li Lubnanê jî aliyên siyasî li benda daxuyaniyên Netanyahu yên li Washingtonê ne ku pêvajoya şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de were diyarkirin.

Rojnameyên erebî: Lubnan li benda daxuyaniyên Netanyahu ye
4 tîrmeh 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb diyar kir Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama operasyonên xwê yên li Somaliyê de 3 serçeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Ev jî giraniya DAIŞ'ê li gorî herêmên din ên cîhanê diyar dike. 

Hat diyarkirin ku armanc ji êrişê hedefgirtina serçeteyê DAIŞ'ê yê Somaliyê Ebdilqadir Mumîn bû. Di daxuyanuyên rayedarên Amerîkayê yên piştî hedefgirtinê de, hat diyarkirin ku bandora wî ji Somaliyê û rojhilatê Afrîkayê derbas bûbû û tê gumankirin ku ew xelîfeyê 5'emîn ê DAIŞ'ê be (Ebû Hefed El Haşimî).

Ev pêşketina DAIŞ'ê li Somaliyê derfetê ji bo têkiliya bi şaxê DAIŞ'ê yê li Yemenê re zêde dike. Her wiha ji bo berfirehkirina rûbera kontrolê û zêdekirina hejmara çeteyan, nexasim li deverên xwedî hişmendiya tundraw. Rojnameyê diyar kir ku tevî ku têkçûna serçeteyên DAIŞ'ê li Afrîka, Sûriye û Iraqê wekî hev e, lê dîsa jî DAIŞ'ê li Afrîkayê şiyanên xwe yên operasyonî parastine û zêdetirî ji sedî 60’ê êrişên xwe li wir pêk anîn. Lê di aliyê êrişên xwe yên li Iraq û Sûriyeyê de bi paş ketiye.

‘AGIRBESTA LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ LI BENDA SERDANA NETANYAHU YA LI WASHINGTONÊ YE’

Rojanmeya Şerq El Ewsat ragihand ku aliyên siyasî û dîplomatîk ên Lubnanê vê mehê wek meha diyarkirina pêvajoya şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de yê li başûrê Lubnanê dibînin. Her wiha ew vî şerî girêdayî daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ku dê di 24'ê vê mehê de di serdana xwe ya li Washingtonê dibînin.

Li aliyê din, li gorî rojnameyê, Hizbullah agirbesta li başûrê Lubnanê bi agirbesta li Xezayê ve girê dide. Bi vî awayî li gorî Hizbullahê aramiya giştî bi rawestandina operasyonên leşkerî ve girêdayî ye.

Çavkaniyên Hizbullahê diyar kir ku Hizbullah serî ji hemleyên zextê û propagandaya Îsraîlê re natewîne û rê nade Til Avîvê ku armancên xwe bi rêyên siyasî pêk bîne. Nexasim ku Îsraîlê tevî wêraniya ku li gundên eniya şer pêk aniye, dîsa jî nikaribû bi rêyên leşkerî armancên xwe pêk bîne.

Li hemberî wê, çavkaniyên dîplomatîk ên rojavayî dibêjin Til Avîv nikare bêyî pêkanîna lihevkirinekê li başûrê Îsraîlê û misogerkirina vegera îsraîliyan, agirbesta li başûrê Lubnanê erê bike.

Ev çavkanî destnîşan dikin ku pêwîstî bi kêmkirina asta şer ji bo peydakirina rêbazên çareseriyê heye. Ji bo wan çareseriyan jî navberkarê amerîkî Amos Hochstein ketiye nava hewldanan.

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kir ku hewldanên dewletan ên ji bo ferzkirina çareseriya dîplomatîk, ji bo pêkanîna aramiyê ne bes in, nexasim berî ku encamên serdana Netanyahu diyar bibin.

(mh)