Rojnameyên erebî: Heniye bang li Îranê kir ku fişarê li Yehya El Sinwar bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de behsa hewldanên navneteweyî yên ji bo lidarxistina civînên komîteya destûrê, serdana Heniye ya ji bo Îranê û şerê Rûsya û Ukraynayê kir.

Rojnameyên erebî: Heniye bang li Îranê kir ku fişarê li Yehya El Sinwar bike
27 adar, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Pedersen li benda Riyadê ye" weşand.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre ajansa nûçeyan a Siûdiyê ‘WAS’, diyar kir ku Geir Pedersen hewl dide civînên komîteya destûrê yên hatine taloqkirin ji nû ve li dar bixe, ji ber wê, bi wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan re civiya û geşedanên têkildarî dosyaya Sûriyeyê û hewldanên çareserkirina aloziyê nîqaş kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku WAS’ê behsê nekir ku ihtîmal heye civînên komîteyê li Riyadê bin, ruxmî ku gelek axaftin di vî warî de hate kirin, ji ber ku têkiliyên Riyadê bi Şamê re xurt in û her wiha li wir desteya dan û standinan hate avakirin.

Rojnameyê da zanîn ku Pedersen dev ji fikra lidarxistina civînên komîteya destûrê li Cinevê berdaye û dê civînên komîteya destûrê yên hatine taloqkirin ji nû ve dest pê bikin, nemaze ku planeke berfireh heye ji bo ku guhertin di karê komîteyê de çêbe da ku pirsgirêkên berê derketibûn û di encamê de civîn rawestiyan, dîsa dernekevin.

‘HENIYE BANG LI ÎRANÊ KIR KU FIŞARÊ LI SINWAR BIKE’

Rojnameya El Ereb a Londoniye di weşana xwe de cih da serdana serokê Nivîsgeha Siyasî ya Derve ya Hemasê Îsmaîl Heniye ji bo Tehranê û diyar kir ku gelek pirs têkildarî dema wê hene, nemaze ku hemwextî rawestîna dan û standinên agirbestê û tawanên li dijî rêveberê Hemasê Yehya El Sinwar bû ku hewldanên rêveberên tevgerê li derve ji bo dan û standinan asteng dike. Rojnameyê diyar kir ku ihtîmal heye Heniye ji bo ku Îran firaşê li Sinwar bike, serdana Tehranê kiriye.

Rojnameyê bal kişand ser têkiliya di navbera Îran û Sinwar û fermandarên Ketaêb El Qesam de û aşkera kir ku rêveberên Hemasê yên li derve nikarin fişarê yan jî têkiliyan bi Sinwar re deynin, dema mijar girêdayî şertên dan û standinan be.

Li gorî rojnameyê Qeter gelek ji vê hişkiya rêveberên Hemasê aciz bûye û gef xwar ku heke nakokiya di navbera rêveberên tevgerê yên li derve û hundir de dewam bike dê rêveberên tevgerê biqewitîne.

‘ŞEREKÎ DIN DI NAVBERA MOSKOV Û KÎEV DE LI SÛDANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat aliyekî veşartî yê şerê Rûsya û Ukraynayê aşkera kir û diyar kir ku di navbera Moskov û Kîevê de şerekî din li Sûdanê rû daye.

Rojnameyê da zanîn ku Koma Wagner a Rûsyayê ku piştgiriya hêzên Piştevaniya Lezgîn dikin û tugeya bi navê BRATSTVO ku îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê piştevaniya wê dike, du aliyên nû yên şerê Moskov û Kîevê yên li Sûdanê ne.

Li gorî rojnameyê, hebûna yekîneyên leşkerî yên Ukraynayê li Sûdanê û dewletên din ên Afrîkayê, çarenûsa şerê li eniyên Ukraynayê naguhere lê belê diyar e ku Kîev dixwaze şiyanên xwe yên şer û dîplomasiya xwe bi kar bîne, ji bo ku li welatên din, bi taybet Afrîkayê, cih bigire.

(şx)