‘Teknolojiya xistina balafirên bêmirov li dijî dewleta Tirk derbeyeke xurt e’

Hevserokê şaxê PYD`ê yê Dirbêsiyê Ferîd Îsmaîl diyar kir ku teknolojiya xistina balafirên bêmirov ku HPG`ê bi dest xistiye, li hemberî dewleta Tirk derbeyeke xurt e.

‘Teknolojiya xistina balafirên bêmirov li dijî dewleta Tirk derbeyeke xurt e’
27 adar 2024   10:41
HESEKÊ

Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel (NPG) 20`ê Adarê ragihand ku wê teknolojiya xistina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bi dest xistiye û heta niha 15 balafirên bêmirov xistine xwarê. 

Hevserokê şaxê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê navçeya Dirbêsiyê Ferîd Îsmaîl têkildarî mijarê got bidestxistina vê tekenolojiyê ji aliyê HPG`ê ve derbeke xurt li dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: "Bersivdayîna êrişên kîmyewî û komkujiyên li dijî gelê Kurdistanê ye."

Îsmaîl diyar kir ku gerîla bi vîneke xurt li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin.

Her wiha Îsmaîl diyar kir ku siyaseta derva ya AKP`ê bi bin ketiye, ji ber ku carekê piştgiriya Îsraîlê dike û carekê piştgiriya Hemasê dike û heman helwestê di şerê Rûsya û Ukraynayê de nîşan dide.

Di dawiyê de Ferîd Îsmaîl destnîşan kir ku 2 rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker hene; yan şerekî xwîndar an jî maseya diyalogê.

(şx)

ANHA