Rojnameyên erebî: Çavê DAIŞ li bakurê Afrîkayê ye

Hewldanên DAIŞ’ê ku welatên bakurê Afrîkayê kontrol bike, serdana Blinken a bo Rojhilata Navîn, her wiha îstîfaya wezîrekî Îsraîlê manşetên  îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Çavê DAIŞ li bakurê Afrîkayê ye
10 hezîran 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê tevgera DAIŞ’ê nûçeyek bi sernavê ’Tevgerên dijber: Sînorên vegera DAIŞ’ê ji bo welatên Mexirb a Erebî’ weşand. Hate gotin ku dosyaya DAIŞ, fikrên wê yên tundraw û planên wê yên têkbirina ewlehiya neteweyî ya hin welatan, hê jî yek jê jêderên metirsîdar di serî de li ser welatên "Mexirb a Erebî" ya stratejîk e.

Rojnameyê cih da rapora salane ya têkildarî endeksa terorîzma cîhanî ya 2024’an ku Enstîtuya Aborî û Aştiyê weşandiye. Îşaret bi vê yekê hat kirin ku "DAIŞ’ê bi şaxên xwe yên cûda, di sala 2023’an de di lîsteya "rêxistinên terorîst" yên herî çalak de cih digire,  ji ber vê yekê ya herî metirsîdar li ser ewlekariya nîştimanî ya welatan."

Her wiha hate diyarkirin ku DAIŞ bi hemû şaxên xwe metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya welatên Mexirbê  (Mexirb, Cezaîr, Tûnis, Lîbya, Morîtanya) û bakurê Afrîkayê ye.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Ji ber hevrikaiya cîhadî ya di navbera DAIŞ û rêxistina El Qaîde de, di heman demê de ji ber windahiyên ku her du  rêxistinan li Rojhilata Navîn û Asyayê dîtine, herêma Mexribê yek ji wan armancan e ku DAIŞ’ê ye ku dixwaze lê belav bibe."

’BERÊ BLINKEN LI ROJHILATA NAVÎN E, PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ YA DI NAVBERA ÎSRAÎL Û HAMASÊ DE LI BER TÊKÇÛNÊ YE ’

Rojnameya El Beyan îşaret bi vê yekê kir ku Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Anthony Blinken dê vê hefteyê serdana Rojhilata Navîn bike. Hate gotin, ev serdan di demekê de tê kirin ku astengî li pêşiya pêşniyara peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de heye, di heman demê de alozî di hikûmeta serokwezîr Benjamin Natanyahu de derketiye. Her wiha hate gotin, serdan wê di wextekî de pê kirin ku Hemasê heta niha der barê pêşniyara beriya 10 rojan a ji bo agirbestê de tu bersiv nedaye.

Hate gotin, Blinken dê bi serokkomarê Misirê Ebdulfehat El Sîsî re bicive, piştre dê serdana Îsraîl, Urdin û Qeterê bike.

ÎSTÎFAYA GANTZ..ÎSRAÎL DI NAV "TENGASIYEKE KÛR A STRATEJÎK DE YE"

Malpera Sky News Arabia der barê îstîfaya wezîrê hikumeta şer a Îsraîlê Gantz de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de îstîfaya Gantz wekî "tengasiyeke mezin a kûr" hat nirxandin. Hat bi bîrxistin ku Gantz Benjamin Netanyahu tawanbar kiribû ku dosyaya şerê li Xezayê baş bi rêve nebe û hate zanîn ku Gantz 3 hefte muhlet dabû Netanyahu da ku siyaseta xwe biguhere û stratejiyekê ji bo pêvajoya berî û piştî şer deyne. Gantz gotibû ku eger ev yek pêk neyê hingî dê îstîfa bike.

Di nûçeyê de îstîfaya Gantz wekî berfirehbûna muxalefeta hikumeta Netanyahu hat nîşandan û hate gotin, Gantz ji bo rêveberiya DYA’yê endamekî girîng di hikumeta Natanyahî de ye, "bêyî ku berdewama şer red bike an ku komkujiyên têne kirin şermezar bike dikare rexneyên rêveberiya DYA’yê bighîne Netanyahu."

(bb)