Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din serî li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî dan û banga “Çalakiya lezgîn” kirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
10 hezîran 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye û 39 mehin agahî jê nayê girtin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di 17'ê gulanê de serlêdana “Çalakiya lezgîn” li Raportiya Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. 

BELGEYÊN NY'Ê PÊŞKÊŞÎ RAPORTORIYÊ HATIN KIRIN

Parêzeran di serlêdanê de şert û mercên girtina muwekîlên xwe yên li Îmraliyê û pirsgirêkên astengkirina pîşeya hiqûqî ya di çarçoveya belgeyên NY'ê de bi awayekî berfireh pêşkêşî raportoran kirin û diyar kirin ku ji bo serlêdanê divê demildest bê nirxandin. Parêzeran bal kişand ser wê yekê ji bo zirarên ku telafiya wê zor in li Îmraliyê ji holê bên rakirin, xwestin bê nirxandin. Parêzeran li ser daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo tedbîrên 6'ê Îlona 2023'yan, diyar kirin ku biryara komîtê ya mijara gotinê piştgirî dide vê rewşê. Hiqûqnasan diyar kirin ku Tirkiye hê jî daxwazên biryarê pêk neaniye.

BANGA HEWLDANÊ

 Parêzeran di serlêdanê de da zanîn ku serdanên parêzeran tên astengkirin û xwestin raportorî ji bo astengiyên li pêşiya parêzeran bên kirin bikevin nava heldanek hevpar.

DAXWAZ HATIN KIRIN

Parêzeran her wiha di serlêdanê de jî ev daxwaz ji raportoriyê kirin:

 *Ev serlêdan lezgîn e û divê di demek kin de bê nirxandin.

 *Divê dawî li şertên serlêdaran ê incommunicado bê anîn û demildest daxwaza ji bo hevdîtina malbat û parêzeran ji hikumetê re bê ragihandin.

 *Divê serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û şert û mercên li wir di cih de bê lêkolînkirin û serlêdar dikaribin rû bi rû hevdîtinê bikin.

 *Divê muameleya ku serlêdar pê re rû bi rû dimînin, were raporkirin.

 *Divê şertên li Girtîgeha Îmraliyê û serlêdar pê re rû bi rû dimînin were şopandin.

 *Divê di encama daneyên bên berhevkirin de daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.