ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-7-2024
9 tîrmeh, 2024   02:00

Jinên bajarên Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê mijarên ekolojiyê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin û got divê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî ekolojiyê werin naskirin û divê jin rola xwe di sînordarkirina pirsgirêkên ekolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bilîzin.

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya "Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, dê di vê mehê de 5 meş û 2 çalakiyên hunerî li kantona Cizîrê li dar bikevin.

Alya Bekir a ji Efrînê, xeyala xwe ku bibe endazyara avahisaziya ekolojîk, kir rastî. Alya sembolên bajarê xwe di projeyeke jîngehî de rave dike.

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê hewl dide jinûve beşên Talasemiya û Banka Xwînê yên li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê, piştî bi awayekî demkî hatibû girtin, veke.

Sûriyeyiyên ku desthilata Tirk bi darê zorê vegerandine, diyar kir ku desthilata Tirk ew di nava mercên herî xirab ragirtin, muameleyeke xerab li wan dikir û li deriyê sînor çeteyan kel û pelên wan dizîn.

Bi diruşma ˊRola jinan di gihandina civakeke exlaqî-polîtîka deˊ Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Jinên Ciwan li hola Meclisa Rêveber a gundewarên Dêrazorê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)