ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi xelkê Xeta Rojhilat a bajarê Minbicê re civînek li dar xist û di civînê de pêşdeçûnên siyasî û rewşa leşkerî ya hêzên parastina kantonê dikin şîrove kir.

ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
ˊEm amade ne bersiva her êrişekê bidinˊ
8 tîrmeh, 2024   23:40
MINBIC

Civîn li pêş avahiya Meclisa Xeta Rojhilat hat lidarxistin. Di civînê de endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, xet, meclisên sivîl, gelek komîn û şênî beşdar bûn.

Di civînê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cabir axivî û pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û cîhanê şîrove kirin. El Cabir di şîrovekirina xwe de got: "Gelek girêbestên herêmî tên amadekirin ku vîna gelên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike ku bi fedakariyên tevahî gel û pêkhateyan li hember projeyên dagirkeriyê sekinîne, hedef bigire."

Dûre fermandarekî din ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şirîda axivî û got: "Hêzên leşkerî ji nava vî gelî derketine û ji bo parastina vî gelî hatin avakirin. Ev hêz xwedî amadekariyên giştî ne û amade ne ji bo parastina gel û xaka xwe her tiştî pêşkêş bikin."

Her du fermandaran pirsên şêniyan bersivandin.

Di dawiyê de jî fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Gîvara Minbic ji ajansa me re axivî û got: "Ev civîn ji bo bersivdana pirsên şêniyan li ser amadekariyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên parastina kantona Minbicê li hember her êrişekê bikin, hat lidarxistin. Ji bo ku em ji xelkê xwe re hazirtiyên xwe li hember tiştên awarte şîrove bikin, me ev civîn li dar xist. Ev civîn hevgirtina şêniyan û hêzên leşkerî ku ji vî gelî ne nîşan dide."

(fr)

ANHA