ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9- 6– 2025
9 hezîran, 2025   02:00

Endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku Banga Aştiyê ya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, gaveke girîng e ji bo çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn, pêkanîna aramiyê û pêşxistina demokrasiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Dêrazorê diyar kirin ku avakirina Sûriyeyeke nû tenê bi pêkanîna rêgezên demokrasiyê û misogerkirina azadiya jinan pêkan e. Herwiha tekez kirin ku divê sîstema hevserokatiyê li seranserî welat were pêkanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, ku cejna xwe di konan de derbas dikin, xwestin ku di nava şert û mecên ewle de vegrin cih û warên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Di encama xebata sal û nîvekê ya berdewam de Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parka avahiya desteyê ya Reqayê mûzexaneya belgekirina sûcên DAIŞ’ê vekir. BI WÊNE Û DÎMEN

Di sûka kevn a Amûdê de li kolanên teng dikaneke biçûk ku bûye wek bîrdanka şêniyên bajêr heye. Li wir li “Dikana Şêxkê" dilsozî û keda salên dirêj diyar dibe. Ev dilosozî di rûyê Apê Hec Ehmed de diyar dibe ku hîn jî her sibe dikana xwe vedike û rêwîtiya 80 salan dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn li kantona Firatê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullha Ocalan li Qada Şehîd Egîd a Kobanê çalakiyekê li dar dixin, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN