Însiyatîfa Iraqê piştgirî da kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullha Ocalan re hevdîtinê bikim"

Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji kampanyaya navneteweyî ya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ ya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê hatibû destpêkirin anî ziman.

Însiyatîfa Iraqê piştgirî da kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullha Ocalan re hevdîtinê bikim"
8 hezîran, 2025   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Ji Abdulla Ocalan re Azadî ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî pişgiriya xwe ya ji bo Kampanya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê ya bi navê ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ tîne ziman.

Însiyatîfê anî ziman ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê wateya azad û civaka demokratk û got: “Ev yek jî vê nîşan dide ku karê siyasî milkê civak, netewe, partî yan jî îdeolojiyekê tenê ye. Raman û rêbazeke demokratîk, azadî û aştiyê ye.”

Înîsyatîfê di dewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û civakan ji bo avakirina civakeke demokratîk kar dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de însiyatîf balê dikişîne ser nêzîkatiya Tirkiye ya ku dixwaze her tiştî bi hişmendiyeke leşkerî ya xwe dispêre hişmendiya Osmanî bixe meryetê. Însiyatîfê destnîşan kir ku divê Tirkiye dev ji vê kiryarên wêrankarî berde û guh bide banga Rêber Apo.

Însiyatîfê bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ ya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê hatibû destpêkirin û got: “Em Însiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Iraqê piştgiriya hemû xebatên aştiyê dikin û zextê li Tirkiyeyê dikin ku li gorî peymanên navneteweyî biçe û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.

Di dawiyê de însiyatîfê wiha got: "Em însiyatîf piştgiriya xwe ya ji bo kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ didin nîşandan. Em dixwazin piştrast bikin ku Înîsyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Iraqê beşeke ji têkoşîna mezintir û hevkarî li gel Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ye. Ev hewldana mezin a mirovî nasnameya civakeke şaristaniyê ya ji bo azadiya Ocalan ya ji Girtîgeha Îmralî û destpêkirina rêwîtiyeke nû ya ji bo avakirina civaka demokratîk e.”