ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-1-2024
7 ÇILE, 2024   02:00

Norman Peach anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re ‎çareseriya siyasî” berxwedaneke navneteweyî ya li dijî tecrîdê nîşan dide û got “Pêngavê nîşan ‎da ku Abdullah Ocalan derveyî sînorên Kurdistanê jî tê nasîn û ji berjewendiyên siyasî yên ‎dewletan tê parastin.”‎ (BI WÊNE)

Ebdulqadir Nayif ji rêya penaberiyê vedigere welat û bi hevalên xwe yên zarokatiyê re dibe ‎şervan. Ebdulqadir navê Çiya Qamişlo hildigire û piştî têkoşîna 10 salan tev li karwanê nemiran ‎dibe.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk ‎zagonên navneteweyî binpê dike û banga pêşîgirtina van binpêkirinan li hêzên navneteweyî ‎kir.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ziwabûna çemê Xabûrê ku jêdera sereke ya avdanê ye, cotkarên navçeya Şedadê neçar ‎dibin ku enerjiya tavê ji bo pêxistina bîran bi kar bînin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan êrişên ‎Îsraîlê yên li dijî alîgirên Îranê, rewşa li Iraqê û aloziya li Deryaya Sor.‎ ‎(BI WÊNE)‎

Xelkê Qamişloyê sersaxiyê ji malbatên şehîd Elî Doko, Dilşad Qamişlo û Faris El Faris re li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dixwaze, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê ji şaredariyên Hesekê û Qamişlo re li hola Şito ya Hesekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya bîranîna Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê (Sakîne, Fîdan û Leyla) de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê li Parka Rêbertî ya li navçeya Sirînê saet 11:00′an, Kongra Star li navçeyên Til Birak û Dirbêsiyê saet 11:00′an merasîma bîranînê li dar dixin, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan li hola 8′ê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê semînekê li dar dixe, her wiha li her du beşan rojava û rojhilat ên taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê j semîner tên lidarxistin, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û pêdeçûnên li qada Sûriyeyê û herêmê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr civînekê li dar dixe, saet 11:30′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA