Li Tedmurê êrişa DAIŞ′ê: 4 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li beyarê Tedmurê bi guleyên çeteyên DAIŞ′ê 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Tedmurê êrişa DAIŞ′ê: 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
6 ÇILE, 2024   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê êriş bir nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê li beyarê Tedmurê, di encamê de pevçûnên dijwar rû dan û 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê êrişên xwe li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî Îranê zêde kirine, di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêdibin.

(mh)