ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-12-2023
6 kanûn, 2023   02:00

Jinan destnîşan kir ku heta rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas nekin, wê li qadan bin. Her wiha diyar kir ku piştî erdheja li Tirkiyeyê, divê yekser û bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan were kirin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Mensûrayê projeya avakirina 92 dikanên bazirganiyê didomîne. Heta niha ji sedî 50’yê projeyê hatiye avakirin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide ku lihevkirin di navbera herdu aliyan de heye û got, ji ber ambargoyê dibe felaketek çêbibe. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya gotin, li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vebijêrka wan berxwedan û hevgirtin e.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li navçeya Dirbêsiyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hemleyekê dest pê dike saet di 10:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk bi dirûşma “Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan” li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê panelekê li dar dixe. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA