Li Derayê 9 kes hatin kuştin

Duh li Derayê li gel tevliheviya ewlehiyê 9 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Derayê 9 kes hatin kuştin
6 kanûn, 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel nebûna çavdêriyê û paşguhkrina hikumeta Şamê rewşa ewlehiyê, li Derayê bûyerên kuştin û hedefgirtinê zêde bûne.

Di rojekê de 9 kes hatin kuştin û yek din jî birîndar bû.

7 ENDAMÊN HIKUMETA ŞAMÊ JI ALIYÊ KESÊN NENAS VE HATIN KUŞTIN Û YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Li bakurê Derayê, çekdarên nenas erebeyeke Îstîxbarata Giştî ya hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamp; de 5 ji wan hatin kuştin û yek din jî birîndar bûn.

Girêdayî heman mijarê, li bajarokê Mehcê yê bakurê Derayê leşkerekî hikumeta Şamê bi guleya çekdarên nenas ve hat kuştin.

WELATIYEK HAT KUŞTIN Û YEK DIN JÎ BIRÎNDAR BÛ

Di encama vê tevliheviyê de welatî dibin qurban. Li Dera Beled komeke ciwan bi hev ketin û bi kêrê li hev xistin, di encamê de ciwanek hat kuştin.

Di Îlonê de, li bajarê Casim ê bakurê Derayê di encama nakokiya navbera du malbatan de ku çekên sivik tê de hatin bikaranîn, ciwanek birîndar bû. Lê dûre jiyana xwe ji dest da.

JI DESTPÊKA SALÊ VE 381 KES HATINE KUŞTIN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku ji destpêka sala vê, 472 bûyerên tevliheviyê pêk hatine. Di encamê de 381 kes hatin kuştin ku piraniya wan endamên hêzên hikumeta Şamê bûn.

(şx)