′Vebijêrka me berxwedan û hevgirtin e′

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya gotin, li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vebijêrka wan berxwedan û hevgirtin e.

′Vebijêrka me berxwedan û hevgirtin e′
6 kanûn, 2023   03:41
REQA
ALAA EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Di vê çarçoveyê de endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kînana El Ebdo armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku zextê li gel bike û da ku tevahî herêmên li ser sînorên Sûriyeyê dagir bike.

Der barê sekn li hember van êrişên dewleta Tirk a dagirker de Kînana got pêkhateyên herêmê li dijî van êrişên hovane hevgirtî ne û wiha domand: "Em ê li kêlek hêzên xwe yên QSD′ê bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin da ku tevahî mêtingeran ji xaka xwe derxin."

Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Zerîfe El Seyid jî got dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe hewl dide zextê li gelê herêmê bike û şerê taybet li dijî wan dimeşîne, da ku wan bide koçberkirin û herêm ji şêniyên wê vala bike û piştre dagir bike.

Zerîfe wiha domand: "Bi hevgirtinê em ê dewleta Tirk a dagirker ji herêmên xwe derxin û em ê li ser şopa şehîdên xwe bin ku di oxira azadî û pêkanîna serkeftinê de canê xwe da."

Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Helal El Elyan jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî her gef û êrişan di nava têkoşînê de ne û dê bi hemû rêbazan xaka xwe biparêzin.

(fr)

ANHA