ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-3-2024
5 adar, 2024   02:00

Dema sala 1996’an çû cem Rêber Abdullah Ocalan, fêr bû ku 8’ê Adarê rojek têkoşîna jinan e. Wê rojê Rêber Abdullah Ocalan gulekê dide wê. Ji wê rojê û vir e her sal 8’ê Adarê li baxçeyê xwe gulekê diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, divê em tevahî jinên ku têkoşîneke bêhempa meşand, mîna Rozayê, bi bîr bînin. Van jinên têkoşer ji bo standina mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî ji zilamên desthilatdar, ji bo pêkanîna wekhevî û rizgarkirina civakê, her wiha ji bo belavkirina nirxên demokrasiyê û hevgirtina gelan li hemberî îdeolojiya pergala baviksalar a ku jinan qir dike, ked û têkoşîneke mezin da. (BI WÊNE)

Desteya Jîngehê ya kantona Tebqayê di çarçoveya projeya wê ya çandina 10 hezar dar de, hezar û 100 dar çandin. Ji bo hefteya bê jî amadekariya çandina 500 daran tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşa ronîkirina giştî ya Şaredariya Gel a Kantona Reqayê bi destpêka Nîsanê re amadekariya destpêkirina projeya ronîkirinê dike. Niha xebat li ser kolandina hîmên stûnan tên kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Weqfa Jina Azad a Kantona Feratê pêşangeha 7ˊan a şêwekariyê li navenda Kobanê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Sirînê ya kantona Feratê bi boneya nêzbûna 8ˊê Adarê li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Zanîngeha Rojava bi boneya 8ˊê Adarê li avahiya zanîngehê ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:30ˊan, Tevgera Hîlala Zêrîn li navenda xwe pêşangehekê vedike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinana A Sûriyeyê li Helebê di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de atolyeyekê li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Qamişlo ji Çerxerêya Sonî ve meşeke jinan li dar dixe, saet 11:00ˊan, li Tirbespiyê ji pêş navenda Kongra Star meşek tê lidarxistin, saet 11:00ˊan, li Dêrikê meşek li dar dikeve, saet 11:ˊan, li Til Hemîsê ji pêş avahiya Kongra Star heta bi qada banka çandiniyê meşek tê lidarxistin, saet 11:00ˊan. Li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan, Komîteya Jinan a Meclisa navçeya Çilaxa hemleya paqijkirina tax û kolanên navçeyê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hatina 8ˊê Adarê û bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibinˊ Kongra Star li navçeya Şedadê şahiyekê li dar dixe, saet 12:00ˊan, di heman çarçoveyê de Kongra Star ji xelkê Dirbêsiyê re civînekê li dar dixe, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi bonehya 8ˊê Adarê li Kafeterya Telet Heleb a li Şêxmeqsûdê bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çanda Jinan şevbuhêrkeke stranên folklorîk û pêşandanina xwarinên mîrasî li dar dixe, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA