Gundên Minbicê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê tobparan dikin.

Gundên Minbicê tên topbarankirin
4 adar, 2024   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe aşkera kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û hawinan gundên Kewiklî, Korhiyok, Qert Wêran ên rojavayê Minbicê, gundên Seyade û Yalanlî yên bakur rojavayê Minbicê topbaran dikin.

(fr)