Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Neteweyî konferansa xwe li dar xist

Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Neteweyî konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de encamname hat diyarkirin û sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin.

4 adar, 2024   22:24
HESEKÊ

Partiya Pêşxistin û Guhertinê ya Demokratîk a Neteweyî îro konferansa xwe ya giştî li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê li dar xist.

Konferans bi dirûşma "Civaka rêxistinkirî bingeha guhertina demokratîk ber bi Sûriya demokratîk û nenavendî ve ye" hat lidarxistin.

Di konferansê de nêzî 300 kesayetên ji hemû partiyên di bin siya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de beşdar bûn. Her wiha Desteya Rûspiyan a kantonê, kesayetên ji partiyên siyasî û ciwan beşdar bûn.

Konferans li xwaringeha Şeto a li rojavayê Hesekê li dar ket.

Di serî de sekreteriya giştî ya partiyê Îbrahîm El Xelîl destnîşan kir ku ev konferans di rewşên gelekî dijwar de li dar ket, hemwextî tunebûna asoyên çareseriya siyasî û hêzên siyasî yên ku pêşengtiya çareseriyê dikin.

El Xelîl wiha domand: "Em dibînin ku projeya me ya niştîmanî ya Sûrî ya ku partiyeke wiha hêviyên gelê Sûriyeyê temsîl dike, destpêka çareseriya Sûriyeyê ye."

El Xelîl diyar kir ku wan xwe spartiya projeya Sûriyeya nenavendî ya demokratîk li ser bingeha nasnameya niştîmanî ya giştî ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî ne û got: "Li Sûriyê hîn jî gelek pirsgirêkên li ser asta neteweyî, civakî, çandî, aborî û perwerdehî hene. Ev jî bi sedema zîhniyeta pergalên desthilatdar ên Sûriyeyê ne."

Piştre partiyên siyasî û kesayetên siyasî lidarxistina konferansê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji partiyê re xwestin ku partî ji bo avakirina Sûriya nenavendî û pirreng bi rêya yekitiya pêkhateyan bixebite.

Piştî xwendina pîrozbahiyan partiyê dîwana xwe damezirand da ku rapora rêxistinî ji aliyê wê ve bê xwendin û erêkirin, her wiha rêziknameyê, bernameya siyasî û nêrîna siyasî ya partiyê nîqaş bikin.

Di dawiyê de daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di konferansê de rêzikname û sererastkirinên wê hatin erêkirin û bername û nêrîna siyasî ya partiyê hatin erêkirin.

Endamên konferansê Sabit El Cewher wek sekreterê giştî yê partiyê hilbijart. Meclis û nivîsgeha siyasî jî bi awayekî demokratîk û ruhê neteweyî hatin damezirandin.

Di konferansê de teqezî bi girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hat dayîn.

Her wiha pêwîstiya guhertina demokratîk û îtîrafkirina bi pirrengiya nasnameya niştîmanî ya Sûriyê di destûra Sûriyê de û parastina mafên pêkhateyan hat destnîşankirin.

Beşdaran diyar kir ku karê siyasî û beşdariya hemû pêkhateyan gelekî girîng e û hikumeta Şamê ji ber redkirina diyalogê berpirsa astengkirina kirîza Sûriyê dît.

Di konferansê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku zextê li aliyên xwedî rol di Sûriyê de bike da ku zehmetiyên gelê Sûriyeyê bi dawî bikin, hêzên dagirker ji Sûriyê derkevin, vegera penaber û koçberan misoger bibe û guhertina demografîk bi dawî bibe.

Li ser asta herêmê beşdaran diyar kir ku pêwîst e di çarçoveya çareserkirina krîza Sûriyê û pêkanîna armancên gel ji rejîma Sûriyê bê nêzkirin.

Her wiha beşdaran diyar kir ku doza mirovahiyê nayê parçekirin û gelê Sûriyê piştgiriyê dide doza Filistînê û mafên wî yên avakirina dewleta wî ya rewa li gorî qanûn û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY).

Di vê çarçoveyê de, beşdaran bang li civata navneteweyî kir ku şerê Îsraîlê yê li dijî gelê Filistînê rawestîne û alîkariyên mirovî derbasî Filistînê bike.

(mh)