Eşîrên Minbicê: Em amade ne bersiva êrişan bidin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên kantona Minbicê destnîşan kirin ku dewleta Tirk di radeya yekemîn de debara welatiyan dike hedef. Rûspiyan gotin ew amade ne li hemberî dagirkeran şer bikin.

Eşîrên Minbicê: Em amade ne bersiva êrişan bidin
31 kanûn, 2023   05:42
MINBIC
 MIHEMED EL ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di encamê de 10 welatî şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha gelek deverên xizmetguzariyê ji ber êrişan ji xizmetê derketin.

Ji rûspiyên eşîra Benî Esîd, Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî têkildarî êrişan got: "Wekî şêx û rûspiyên eşîran em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin erdîngariya Sûriyeyê qut bikin û Mîsaqî Millî pêk bînin. Em li dijî van êrişan û li dijî hewldanên dagirkirinê ne."

’EM BI ŞERVANÊN XWE RE NE’

El Esîdî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir  û got, dewleta Tirk a dagirker di serî de debara gelê Sûriyeyê dike hedef û dixwaze gel ji xaka wê bide koçberkirin.

Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî îşaret bi vê yekê jî kir "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhateyan di nava xwe de digire. Dewleta Tirk a dagirker çiqasî êrişên xwe zêde bike em ê li hemberî wê rabin. Em ê bi zarokên xwe yên şervan ên li eniyan in bin. Em û zarokên xwe yên şervan dê bibin mertal û xeyalên dagirkeran têk dibin."

’DAGIRKER ŞERÊ QIRKIRINÊ LI DIJÎ GELÊ SÛRIYEYÊ PÊK TÎNIN’

Ji rûspiyên eşîra Benî Seîd, Şêx Fehed El Şilaş jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên birçîkirin û qirkirinê li ser gelê Sûriyeyê bi taybetî li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne û wiha domand: "Dewleta Tirk avê li ser me qut dike, binesaziya gaz, ceyran, petrol, nexweşxane û aşan dike hedef. Ev sûcên şer in û hewdanên qirkirina niştecihên herêmê ye."

El Şilaş da zanîn ku eşîr di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin QSD’ê û wiha dom da axaftina xwe "QSD zarokên me ne. Eger dagirker êrişî herêmên me bike em tevahî li kêleka hêzên xwe di çeperên parastina xak, rûmet û gelê xwe de ne. Em dagirkeriyê qebûl nakin."

Fehed El Şilaş di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bîne "Li ber êrişên barber ên li ser xak, gel, zarok û jinan rabe. Em ê heta dilopa dawîn gelê xwe biparêzin. Çi kesên ku hewl didin projeya me têk bibin dê têk biçin."

’ÊRIŞ ÎSRARA ME YA GIRÊDANA BI XAKÊ VE ZÊDETIR DIKE’

Ji rûspiyên eşîra El Bobena Şêx Farûq El Maşî diyar kir ku êriş ji bo pêkanîna armancên AKP’ê yên têkbirina ewlehiya herêmê ye û hedefkirina binesaziya wê ye. El Maşî anî ziman ku êriş wan natirse, lê girêdana wan a bi xaka wan û destkeftiyên şehîdan ve xurttir dike.

Farûq El Maşî di dawiyê de got: "Dema pêwîstiya welatê me bi parastinê hebe, hingî em û QSD amade ne parastina wê bikin. Em ê projeya xwe ya demokratîk biparêzin."

(bb)

ANHA