ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-07-2026
31 tîrmeh, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Çilaxayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan daxwazeke esasî ye, ew ji bo vekirina rêya siyasî ya ji bo çareserkirina doza kurdî û çêbûna aştiyê li herêmê, gaveke girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolîner Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku edaleta veguhêz bi rê ve naçe, ji ber wê aramî li Sûriyeyê çênabe û pirsgirêk nayên çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çalakvana siyasî Feyrûz Xelîl diyar kir ku di girtîgehên hikumeta demkî de îşkence û destdirêjî li jinan tê kirin û ji rêxistinên jin xwest dawî li vê yekê bînin û jinên girtî serbest werin berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yarsen Remedan ku bi dîzaynê dest bi rêwîtiya xwe ya kiriye, piştî gelek zehmetiyan xwe bi pêş xist û niha gihaştiye astekê ku dirûtina cilên jinan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pirtûkxaneyên Amara û Şilêr bi deh hezar pirtûk, çavkaniyên zanistî û cihê xwendinê yê guncaw, ji xwendekar û lêkolîneran re derfetên xwendin, lêkolîn û pêşvebirina zanînê peyda dikin.) BI WÊNE Û DÎMEN).