Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di civîneke li gel rûspî û şêxên eşîrên Ereban de li dijî pirsgirkên di qada çandinî û xizmetguzariyê de girîngiya xurtkirina hevkariyê di navbera saziyên hikûmetê û civaka herêmî de vegot.

Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir
Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir
Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir
Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir
Parêzgarê Hesekê bi rûspiyên eşîran re rewşa çandinî û xizmetan nîqaş kir
30 tîrmeh, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, îro li avahiya parêzgehê hejmarek ji rûspî û şêxên eşîrên Ereban pêşwazî kir. Di civînê de, fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya parêzgehê Merwan El Elî û rêveberê Gerînendeya Çandiniyê Hayil El Kelş jî amade bûn.

Di civînê de, rewşa giştî ya parêzgehê, bi taybetî jî qada çandiniyê, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya cotkaran hatin nîqaşkirin. Her wiha rêbazên piştgirîkirina qada çandiniyê û rakirina astengiyan hatin vegotin.

Beşdaran bal kişandin ser rewşa xizmetên giştî yên parêzgehê û zehmetiyên ku saziyên hikûmetê bi wan re rû bi rû ne.

Beşdaran girîngiya xurtkirina hevkariyê di navbera aliyên têkildar û hemû pêkhateyên civakê de anî ziman.

Parêzgar Nûredîn Ehmed diyar kir ku ew hewl didin xwe bighînin tevahî beşên civakê û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî bikin û bi hemahengî û tevkariyê pirsgirêkan çareser bikin.

(bb)