Çapemeniya Erebî serdema piştî şer û nexşeyên hêzê yên nû nirixand

Îro, rojname û dezgehên medyayê yên Erebî li ser analîzkirina guhertinên stratejîk ên li Rojhilata Navîn, siberoja şerên herêmî, ji nû ve pênasekirina rola artêşên Erebî û ewlehiya rêyên deryayî nivîsîn.

Çapemeniya Erebî serdema piştî şer û nexşeyên hêzê yên nû nirixand
31 tîrmeh, 2026   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û dezgehên medyayê yên Erebî îro li ser guhertinên stratejîk ên li Rojhilata Navîn, siberoja şerên herêmî, ji nû ve pênasekirina rola artêşên Erebî û ewlehiya rêyên deryayî nivîsîn.

Rojnameya El Nahar nivîsî ku herêm ketiye qonaxek nû ku xwezaya pevçûnê ji salên berê cuda ye, ji ber guhertinek pêşîniyên hêzên herêmî û navneteweyî.

Rojnameyê di raporek taybet de bi sernavê "Di navbera Hêzên Koalîsyonê yên Hûsî û Siûdî de… Kî Bab El Mandab Kontrol Dike?" jî li ser girîngiya rêyên deryayî nivîsî û diyar kir ku Bab El Mandab ji rêyek bazirganiyê veguheriye qadeke pêşbaziya jeopolîtîk a ku bi hesabên enerjiyê ve girêdayî ye.

Nivîs û analîzên gelek rojnameyan, di nav wan de Esharq Al Awsat a Erebistana Siûdî, El Ereb a Londonê û El Quds El Arabi, li ser siberoja rêziknameya herêmî li Rojhilata Navîn nirixandin.

 Rojnameyan nivîsîn ku herêm ber bi qonaxek nû ya ji nû ve xêzkirina hevsengiya hêz û hevpeymanan ve diçe û şerên dawî êdî ne tenê pevçûnên leşkerî ne, lê bûne deriyek ji bo ji nû ve şekildana siyasî û ewlehiyê ya herêmê.

Di derbarê pirsgirêka Sûriyeyê de, El Şerq El Awsat û El Ereb rapor û analîz weşandin ku nîşan didin nêzîkbûna Ereban bi Şamê re dibe ku hêdî hêdî ji asta dîplomatîk ber bi hevkariya aborî ve biçe, di heman demê de diyar kirin ku serkeftina vê rêyê bi pêşkeftina di çareseriya siyasî û bidestxistina aramiya ewlehiyê ve girêdayî ye.