ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-1-2024
3 ÇILE, 2024   02:00

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mîsogeriya mafên gelan li ‎hemberî pergala kapîtalîst serî hilda û got "Dem hatiye ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ‎tê bikoşe."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mistefa Îto hevdîtina xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re wek xewnê bi nav dike û dibêje wê ‎hevdîtinê jiyana wî guherand û ji wêrojê ve li ser rêya têkoşînê meşiya.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de Nexweşxaneya Miştenûrê ji xizmetê ‎derket, bi wê re zêdetirî 500 nexweş êşan dikişînin. Tîma tibî diyar kir ku ew li ser peydakirina ‎cihekî altarnatîf ku nexweşxana tedawî bikin dixebitin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û şîrovekaran paşxistina hevdîtina Himêdtî û El Burhan wek nîşaneyeke neyînî ya ‎têkildarî siberoja Sûdanê nirxand û got nîşaneyên aştiyekê ji bo demeke nêzîk tune ne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya sale li hola 8′ê Adarê ya li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê Ii dar dixe, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongra Star li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê li parka giştî çalakiyeke bi 2 rojan li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li Dêrik û li gundê Girzîro û Amûdê dewam dikin, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Qamişlo li ber avahiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin, dê çalakiya mertalên zindî bê lidarxistin. Saet 11:00 (BI WÊNE Û WÊNE)

ANHA