Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mîsogeriya mafên gelan li hemberî pergala kapîtalîst serî hilda û got "Dem hatiye ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe tê bikoşe."

Bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomin
3 ÇILE, 2024   02:30
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Mihemed El Ewad ê ji gundê Naîm ê navçeya Til Hemîsê diyar kir ku şoreşa fikra azad a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhema felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Têkoşîna Rêbertî ji bo avakirina civakeke zana ye ku li hemberî pergala kapîtalîst a desthilatdar mîna dewleta Tirk a dagirker, serî hilde." 

El Ewad ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were banga xurtkirina têkoşînê kir.

Welatiya bi navê Meyada Remedan a ji navçeya Çilaxa jî got: "Bi berxwedanê û bi belavkirina ramênê Rêber Abdullah Ocalan em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin, pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî di vê çarçoveyê de dest pê kir û bi hemû hêza xwe li piraniya cîhanê dewam dike."

Meyada Remedan anî ziman ku ew ê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Welatiyê bi navê Hûsam Hisên ê ji Çilaxayê jî fikarên xwe ji ber girankirina tecrîdê û negirtina agahiyan ji Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û got: "Rêbertî  ji bo mîsogeriya azadiya gelan serî hilda, dem hatiye ku gel jî bi çalakiyan ji bo azadiya Rêbertiya xwe serî hilde."

(bb)

ANHA