ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-7-2025
28 tîrmeh, 2025   02:00

Dayîka 4 zarokan a ji bajarê Efrînê, 8 sal berê dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyênê wê Efrîn dagirkir kir, mal û zeviyên xwe yên çandiniyê winda kir. Ji wê demê ve zor û zehmetiyê koçberiyê dikişîne û ji mafê vegera ser xaka xwe winda kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nexweşxaneya Werimandin, Telasîmya û Şewatê ya li Qamişlo xizmeteke mezin ji tevahî nexweşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşkêş dike. Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir pêdiviyên wan hene ku hemû beşan temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li jinên li Siwêdayê kirin ku ji bo parastina xwe û civakên xwe bibin yek û xwe birêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

893 zarok li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî projeya “Havîna hunerên zarokan” fêrî şano, wênexêzî û govendê dibin ku li 10 navendên diyar li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Koçberên Efrîn û Şehbayê li bajarê Dêrikê şahiyekê ji zarokên Efrînê re li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê li Nexweşxaneya Wetenî ya Hesekê navendek istiqrarê ya dermankirina zarokên bi nexweşiya kêmxwarinê ketine vedike, (10:00). (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civîne ji hevserokên saziyan û komînan re li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeke hunermend li qada Şehîd Çîçek a bajarê Dêrikê konserekê li dar dixin saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)