ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2023
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_6563a2e953c30.jpg)
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di 45 salan de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê mohra xwe li gelek têkoşîn, afirînerî û hilberînên guherîner da. Bi van danehevan îro bûye çavkaniya çareseriya pirsgirêkên Kurdistan û cîhanê.
Hena Somî û Mahsûm Hesen diyar kir ku bi saya PKK û ramanên Rêber Abdullah Ocalan gel ji her demê bêtir birêxistin bûye û got, ramanên PKK û Rêber Abdullah Ocalan mirovî û exlaqî ye, tu ferq û cudahiyê naxe navbera Ereb, Kurd, Suryan û Ermen.
Li bajar, navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 45`an a PKK`ê ku 27`ê Mijdarê ye, şahî li dar dikevin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê çalakiya konvedanê ku ji bo azadiya fîzîkî li dar xistibû bi dawî dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
MSD`ê şaxê Dêrazorê ji bo nîqaşkirina geşedanên xwecih, herêmî û navneteweyî civînekê li hola ciwanan li bajarokê Sewr, li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Komîteya Şaredariyan a Minbicê bi hevkariya Komîteya Hawîrdorê parka Cizîrê li paş dibistana Hesen El Damin vedike saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)