QSD`ê li Hesekê çeteyek girt

QSD`ê li Hesekê çeteyekî DAIŞ`ê girt.

QSD`ê li Hesekê çeteyek girt
26 mijdar 2023   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku wê li Hesekê çeteyekî şaneyeke DAIŞ`ê girt.

Navendê di daxuyaniyê de da zanîn ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD`ê, di encama operasyoneke ewlehiyê de endamekî şaneyên DAIŞ`ê girt.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: “Piştî şopandina cihê çeteyê terorîst xwe lê vedişart, hêzên me ew girt. Terorîst ji Hesekê ye û destê wê di êrişên li dijî hêzên me û sivîlan û saziyên Rêveberiya Xweser a Hesekê de hene.”

(şx)