Şêniyên Minbicê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir

Şêniyên Minbicê bi boneya salvegera 45'emîn a damezirandina PKK'ê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin, her wiha şahiyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin.

26 mijdar 2023   22:47
MINBIC

Di merasîma bîranînê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û komîte û saziyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, xet û meclisên sivîl, nivîsgeha koçberên Şehba û Efrînê, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn. Merasîm li goristana şehîdan a başûrê Minbicê li dar ket.

Di serî de hevserokê Meclisa Xeta Rojava ya Minbicê Mistefa El Şêx destnîşan kir ku damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 27'ê Mijdara 1978'an de bi seroketiya Rêber Abdullah Ocalan bû bersiva zilm û faşîzma Tirk û siyasetên wê yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd.

El Şêx got: "Em ji vir, ji cihê herî pîroz, ji goristana şehîdan, şehîdên pêşîn ên zîndanan wek Mazlûm Doxan û şehîdên gerîla û yên azadiyê yên ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan şopandine û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin."

Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şahiyek li navenda tevgerê ya bajêr li dar xist, tê de endamên tevgerê û yekitiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan û xet û meclisên sivîl beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El Cemîlî destnîşan kir ku damezirandina PKK'ê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û hemû civakan bû û got: "Serkeftinên me yên li Minbicê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorîzma DAIŞ'ê û faşîzma Tirk bi saya Rêber Abdullah Ocalan bûn, ev partî partiya şehîdan, serkeftinan, fedakarî û têkoşîna li dijî koletiyê ye."

El Cemîlî soza domandina têkoşînê li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina deverên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, da.

Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fuad Mulhim helbest li ser fedakariya PKK'ê û Rêber Abdullah Ocalan xwend û şahî bi stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(mh)

 ANHA