ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-02-2024
27 sibat, 2024   02:00

Rûspiyên Helebê bang kir ku divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesazî û dezgehên xizmetguzariyê, xweringeh jî ketine tengasiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Beytaran hişyarî kir ku bi demsala buharê re xeteriya belavbûna şewba firindeyan (çûkan) heye û ji xwediyên çewlikên mirîşkan û welatiyên ku çûk û mirîşkan xwedî dikin xwestin tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li ser têkoşîna jinan û 8ˊê Adarê; Roja Jinan a Cîhanê li navenda xwe ya li Dêrikê civînekê ji jinan re li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Hemîsê bi boneysa salvegera 9ˊan a rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞˊê li yarîgeha beledî şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Firatê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê bi sernavê ˊAstana berdewama dagirkeriya Tirkˊ li navenda xwe ya li navçeya Fafîn a Şehbayê panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Hesekê ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanan a PKKˊê Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komeleyên Jinan ciwana bi navê Sara Riha meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Sînalko dest pê dike, saet 14:00ˊan, her wiha li navçeya Dirbêsiyê bi heman çarçoveyê meş ji Çerxerêya Qada Jin heta bi navedna Kongra Star li dar dikeve, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hemleya komkirina îmzeyan dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA