Di pevçûna navbera hêzên Şamê û çeteyan de kuştî û birîndar hene

Di encama pevçûna navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan li bakur rojavayê Sûriyeyê de ya ji destpêka salê ve, kuştî û birîndar hene.

Di pevçûna navbera hêzên Şamê û çeteyan de kuştî û birîndar hene
26 sibat, 2024   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de li derdora gundê Keferteal ê rojavayê Helebê de, çeteyekî "Heyet Tehrîr El Şam" hat kuştin û 4 çeteyên din birîndar bûn.

Îro di hedefgirtina bajarê Daretizê yê rojavayê Helebê de ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve, kesek hat kuştin û jinek birîndar bû.

Her wiha di topbatana hêzên hikumeta Şamê li dijî rojavayê Helebê de çeteyekî "Heyet Tehrîr El Şam" birîndar bû.

Di heman çarçoveyê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên "Fetih El Mubîn" li Melacê ya başûrê Îdlibê hat kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundên Kefernûran, Qesir, Teqad, Keferemê û Esûs ên bakurê rojavayê Sûriyeyê topbaran kirin.

 (mh)