Gundên Amêdiyê bi dijwarî tên bombebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundên çiyayê Amêdiyê yê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Gundên Amêdiyê bi dijwarî tên bombebarankirin
25 tîrmeh, 2024   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker gundên çiyayê Amêdiyê yê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, di encama bombebaranê de zirarên madî bi gelek malan bû, bi wê re şênî neçar man ji malên xwe derkevin û li cihên ewle bigerin.

(fr)