ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2023
24 kanûn, 2023   02:00

Di sala 2023′yan de bûyer, guhertinên siyasî, leşkerî û xwezayî rû dan. Hinek hêzên herêmî û ‎navneteweyî nêzî hev bûn, lê ji Ukraynayê heta Sûdan û Xezayê şer û alozî zêdetir bûn. Li ‎hinek welatan jî ji ber karesatên xwezayî wekî erdhej, lehî û bahozan aloziyên mirovî zêde bûn.‎ (BI WÊNE)

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyeyê sedemên avakirina dadgeha Hevpeymana Civakî ku di Hevpeymana Civakî ‎ya nû de biryara wê hatiye dayîn, aşkera kirin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Emced Osman diyar kir ku destwerdanên derve li Sûriyeyê diyalogan asteng dikin û got  niha tu ‎diyalog bi hikumeta Şamê re tune ne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameyên hefteya borî bal kişand ser têkiliya aloziya li ser sînorên Urdin û Sûriyeyê bi şerê di ‎Îsraîl-Hemasê re, her wiha mixabîniya iraqiyan ji pergala siyasî ya di hilbijartinan de, di heman ‎de behsa hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê kir.‎ ‎(BI WÊNE)‎

Bi armanca parsatina behreyên ciwanan di tevahî aliyan de Komîteya Ciwanan a li Kampa ‎Koçberên Girê Spî dewreyên perwerdê vekirin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Dirbêsiyê çalakiya konvedanê ya greva birçîbûnê li dar dixe, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo şehîdê HPG′ê Êriş Berxwedan li gundê Serbihor ê girêdayî navçeya Şêran a kantona Firatê merasîmeke xiyabî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji hêla HRRK′ê tê lidarxistin ve di roja xwe ya 10′an dewam dike, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA