′Erka dadgehê Hevpeymana Civakî biparêze′

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sedemên avakirina dadgeha Hevpeymana Civakî ku di Hevpeymana Civakî ya nû de biryara wê hatiye dayîn, aşkera kirin.

′Erka dadgehê Hevpeymana Civakî biparêze′
24 kanûn, 2023   03:45
REQA-EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12′yê Kanûnê de li ser Hevpeymana Civakî ya nû ya ji 134 bendan pêk tê erê kir, ji wan jî avakirina dadgeha parastina Hevpeymana Civakî.

Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê axivî û wiha got: "Dadgeha parastina Hevpeymana Civakî saziya serbixwe ye û erka wê parastina Hevpeymana Civakî ye."

Etê wiha domand: "Ev dadgeh dê ji hêla Edaleta Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Gelan a Demokratîk ve were avakirin. Dê her meclisek nîvê endamên xwe jib o vê dadgehê pêşniyar bike."

Etê wiha li gotina xwe zêde kir: "Dê pisporên di aliyên qanûnî de ji dadger û hiqûqiyan tev li dadgehê bin. Piştî endam ji hêla her du meclisan werin pêşniyarkirinê dê li ser endamên tev li dadgehê bin ji hêla Meclisa Gelan a Demokratîk ve dadgeh were erêkirin. Ji ber ku erka vê dadgehê parastina Hevpeymana Civakî ye."

Li ser erkên dadgeha Hevpeymana Civakî Ferîd Etê wiha pê de çû: "Erka dadgehê parastina Hevpeymana Civakî ye. Ev dadgeh li gelek dozan dinêre; ji wan şopandina biryarên ji hêla Meclisa Rêveber an jî Meclisa Gelan a Demokratîk tên dayîn. Ger ev biryar dûrî Hevpeymana Civakî bin, dadgeh dikare biryarê îtîraz bike yan jî betal bike."

Etê wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ji mafên her kesî, yan komele yan jî saziyan e ku her biryarekê red bike û ji mafê dadgehê ye doza hatiye redkirin û ji dadgeha Hevpeymana Civakî re hatiye lêkolîn bike. Dê dadgeh dozê lêkolîn bike û biryarê yan erêkirin an jî redkirinê bide."

Her wiha Etê ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Ger nakokî di nêrînên navbera Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber an jî Meclisa Edaletê de derket, ji mafê dadgehê ye destwerdanê bike û erkên her meclis an jî erkên wê wê lêkolîn bike û biryarê bide."

Ferîd Etê wiha dawî li gotina xwe anî: "Dadgeha parastina Hevpeymana Civakî li tevahî cîhanê heye. Me jî ev biryar da ku dadgeh ji bo şopandina rêgez, maf, pergala civakî û saziyên Rêveberiya Xweser were parastin, her wiha qanûn û biryarên ji hêla Rêveberiya Xweser tên dayîn werin parastin."

(fr)

ANHA