ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2‎‏4‏‎-11-2023‎

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2‎‏4‏‎-11-2023‎
24 mijdar, 2023   02:00

Rêber Abdullah Ocalan got, encamên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê ji şerên ‎cîhanê yên berê ‎girantir bin.‎ (BI WÊNE)‎

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2 aliyan ve têkoşînek xurt bi tundiyê re tê ‎meşandin. Li rex şerê li ‎feraseta baviksalariyê, zîhniyeta azadiya jin tê ‎birêxistinkirin. ‎(BI WÊNE)‎

Rojnamevan û çalakvanên jin diyar kirin ku pergalên dîktator berjewendiyên ‎xwe di ‎kolekirina jinan de dibînin û bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hemberî ‎tundiyê dengê ‎xwe bilind bikin. Her wiha gotin: "Em bi yekitî, hevgirtin û ‎îradeya xwe bi hêz dibin."‎ (BI WÊNE)‎

Helwesta dewleta Tirk a li têkildarî doza Filistînê her timî dibe cihê nîqaşan. ‎Sedema vê ‎yekê ew e ku deweta Tirk di her rageşiyek di navbera Îsraîl û ‎Filistînê de de refleksan nîşan ‎dide, lê encamên van refleksan ne zelal û kêmtirî ‎pêşbiniyên gelê Filistînê ye.‎ (BI WÊNE)‎

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma ‎Cizîrê 9 ‎dibistan li gundên navçeyê vekirin.‎

Xelkê Tirbespiyê sersaxiyê dide malbata şehîd Mihemed Silêman, konê sersaxiyê li pêş mala malbata şehîd a li nêzî Çerxerêya Azadî tê vedan, saet di 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên Qamişloyê cenazeyê şehîd Hesen Îsmaîl Şahîn li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê oxir dikin, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê sersaxiyê dide gerîlayê HPG′ê Mehmûd El Îbrahîm ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd li kêlek dibistana Xesaniyê ya li bajêr tê vedan, saset 13:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxa Kornîş a Qamişloyê bi boneya salvegera 45′an a damezrandina PKK′ê li Parka Helebce şahiyekê li dar dixe, saet 15:00′an, her wha xelkê taxa Cûdî ya Qamişloyê jî li hola nivîsgeha PYD′ê şahiyekê li dar dixe, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA