ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2023
23 mijdar, 2023   02:00

Welatiyên bajarê Minbicê çavnebariya dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li dijî ‎Minbic û gundewarên wê de ji dema rizgarkirina wê de ji 2016'an de dizanin, ji ber wê ‎ew li hember van êrişan bi îsrareke mezin li ber xwe didin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.‎

Şêniyên navçeya Til Temirê û koçberên Serêkaniyê bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember ‎sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, bê deng neminin û got bêdengiya wan hêzan nîşaneya ‎hevakariya wan a bi dewleta Tirk re ye.‎

Li Kurdistanê li beramberî têkoşîna azadiya jin, zihniyeta baviksalar bi fizîkî, derûnî, aborî, siyasî, ‎hiqûqî û civakî êrişên xwe didomînin.‎

Serokkomarê Tirk careke din daxuyaniyên populist der barê şerê li Xezayê de dan. Bi ‎rêya wan daxuyaniyan hewl dide ku wêneyekî berovajî, rastiya helwesta wê li hember ‎Îsraîlê pêşkêş bike. Li gor çavdêran, Erdogan dixwaze aloziyê bi kar bîne.‎

Bi diruşma ′Li dijî tevahî cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî′ rêxistinên jin li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a Hesekê panelekê li dar dixe, saet 09:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jin a Şaredariya Gel a Dirbêsiyê kargeheke durûtinê ya jinan vedike, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD′ê şehîd Mihemed Ebas li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê vedişêre, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê de Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê der barê vê rojê de semînerekê li nivîsgeha Mihemed Menla Xezîl a li Minbicê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarokê Girbawî bi boneya salvegera damezrandina PKK′ê li dibistana Girbawî şahiyekê li dar dixe, saet 15:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Çandê ya Helefbê bi sernavê ′Rastiya jinê′ li navenda xwe ya li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê semînerekê dide, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA